
Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê (ÎNKê) derheqê êrîşên li dijî kurdên karker ên li Duzce û Zonguldakê daxuyanî belav kir
JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ
Em êrîşên nijadperest ên li Zonguldak û Duzceyê li dijî kedkarên Kurdistanê çêbûne bi tundî şermezar dikin.
Nijadperestî ne rewşeke wisa ye ku mirov bikaribe paşguh bike, sivik bike an jî di bin perdeya nexweşîyeke psîkolojîk da bide erzankirin. Nijadperestî tercîheke bi îrade ye, rasterast bi cîh tê û hilbijartineke sîyasî ya sîstemratîk û xedar e. Ravekirina vê têgehê di ser têkilîya nexweş û nexweşîyê ra, ji bilî hewldana veşartina berpirsîyarîya tawanbaran, qirêjkirin û nixumandina sûc tu maneyeke xwe tune. Divê çalakîyên nijadperest li gor têkilîya sûc, sûcdar û qurbanî wek qewimîneke krîmînal û civaknasî bi awayekî zelal were pênasekirin.
Nîşannedana bertekên pêwîst û bihorandina ev cure kiryaran bi îfadeyên kîtabî, sist û nermkirî yên wekî "em şermezar dikin", "ev kiryar mirovan dilşkestî dikin" ne wijdandî ye û ne jî wijdana civakê aş dike. Em her cure êrîşên nijadperest ên li dijî kedkarên Kurd ên ji neçarîyê wekî karkerên demsalî derdikevin derveyî erdnîgarîya xwe, bi zimanekî zelal red dikin. Ev êrîşên nijadperest ên qewimîne nîşaneya eşkere ya nefret û bêtahamulîya kûr a li dijî neteweya Kurd e.
Heya miletê Kurd li ser axa xwe, bi îradeya xwe ya azad neyê birêvebirin, wê dawî li van êrîş, zext û mexdûrîyetan neyê. Rêya yekane ku miletê Kurd bikaribe qedera xwe bi azadî diyar bike û rûbirûyî van êrîşan nebe avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe û azad e.
Em wekî Însiyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê bang li tevahîya gelê Kurd dikin ku bi vê rastîyê ra rûberû be, rabe ser pîyan, xwe bişidîne û xwedî li paşeroja xwe derkeve.
Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê