Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê seretayên jêrîn ji xwe re esas digre.
01Yekîtîya Neteweyî
Xurtkirina yekîtîya neteweyî ya miletê Kurd ji xwe ra dike armanc. Han dide ji bo partîyên sîyasî, sazîyên civaka sîwîl, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, jin û ciwan di zemîneke hevpar a neteweyî da bigihîjin hev.
02Danûstandin û Lihevkirin
Pêşvebirina çanda danûstandin, piştgirî, lihevkirin û têkoşîna hevpar a di navbeyna tevgerên sîyasî û civakî yên Kurd da ji xwe ra esas digre. Fêmdarîya pevçûnên navxweyî û jevbelavbûnê red dike.
03Serbixweyî û Dorfirehî
Wekî berdewam an alternatîva tu partîyeke sîyasî tevnagere; sekneke serbixwe, bêlayen, dorfireh a neteweyî dipejirîne û bi hemû alîyên neteweyî ra di heman nêzîkbûnê da ye.
04Mafê Tayînkirina Çarenûsa Xwe
Berjewendiyên hevpar ên miletê Kurd, îradeya wî yê hevpar û mafê dîyarkirina siberoja xwe ya miletê Kurd wek seretaya bingehîn qebûl dike.
05Piştgirîya Di Navbera Beşên Welêt Da
Lê dixebite ku di navbera Kurdên her çar parçeyan da danûstandinên çandî û piştgirîya civakî û demokratîk xurt bibe, hişmendîya neteweyî û hesta ayîdîyetê ya hevpar geş bibe.
06Mîrateya Ziman û Çandê
Ji bo zindîhiştina mîrateya çandî û bîra dîrokî ya Kurdan dê xebatan bi rê ba bibe. Înîsîyatîva me wek berpirsîyeke neteweyî dizane tevahîya zaravayên Kurdî werin parastin û geşkirin û werin veguhastin ji bo nifşên nû. Lê belê, em asta dramatîk a bikaranîna di jîyana rojane da ya zaravayê me Dimilkî/Kirdkî wek hişyarîyekê dibînin û xîretkêşîyeke taybet ji bo bikaranîn û hînbûna wî zaravayî wek erkekê destnîşan dikin.
07Beşdarîya Çalak
Înîsîyatîva me rola jinan, ciwanan, rewşenbîr û akademîsyenan di avakirina hişmendîya neteweyî da bilind dinirxîne û piştgirîyê li wan dike da bi awayekî çalak beşdarîya wan li sazîyên biryardarîyê û pêvajoyên civakî bin.
08Azadîyên Bingehîn
Înîsîyatîva me azadîya bawerîyan û derbirîna ramanan, piralîtîyê, beşdarîya demokratîk û şefafîyê wek seretayên jêneveger ên jîyana civakî dinirxîne.
09Hişmendîya Kongreya Neteweyî
ÎNK wek berpirsîyeke xwe ya dîrokî qebûl dike bibe alîkar ji bo geşedana hişmendîya kongreyeke neteweyî ya demokratîk, sazûmanî û dorfireh ku bikaribe nûneratîya îradeya hevpar a miletê Kurd bike.
10Sînorên Hevkarîyê
ÎNK dilxwazê piştgirîya bi partî, platform û pêkhateyên Kurdistanî ye û li gor pêdivîyan dê hewl bide xebatên hevpar bimeşîne. Lê belê, ew bi wan tevgeran ra tu hevkarîyê nake ger ew xwe ji rejîmên kolonyalîst û hevkarên wan dûr negrin.
11Nûneratîya Navneteweyî
ÎNK damezrandina “Lijneya Nûneratîya Neteweyî” ku bikaribe mafên kolektîv ên miletê Kurd bigihîne platformên navneteweyî û bîne rojeva wan wekî armanceke stratejîk datîne pêşîya xwe.
12Mafên Kêmnetewan û Sîstema Pirlayen
ÎNK mîsogerkirina mafên hindikahîyên li Kurdistanê dijîn ên etnîk, olî û çandî wek yek ji seretayên sîstema hiqûqê û demokrasîyê qebûl dike. ÎNK, bi armanca beşdarîyeke wekhev û çalak li jîyana gelemperî ya civatên ku wek dîrokî di rewşeke dezawantaj da ne, piştgirîyê dide avakirin û geşkirina mekanîzmayên cudakarîyên pozîtîv ên demkî û bipîvan di qadên wekî perwerdehî, çand, rêveberîyên deverî, îstîhdamên gelemperî û nûneratîya sîyasî da. Her wiha ÎNK ji bo xwe esas digre ku azadî û mafê jîyandin û geşkirina zimanê xwe, çanda xwe, bawerî û nasnava xwe ya tevahîya komelan di makezagonê da were misogerkirin û hewl dide cewazîyên komaleyetî mîna dewlemendîya civakî û hevwelatîbûna hevpar werin dîtin. ÎNK avakirina civakeke sîyasî ya dorfireh (firehçand) ji bo xwe dike armanc ku ew xwe naspêre serdestîya piranîyê, lê xwe dispêre welatîbûna wekhev, rûmetgirtina dualî û têgîhiştina siberojeke demokratîk.
13Pîvana Rewabûnê
Em wek Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê (ÎNK) parlamentoyên ku mafên kolektîv ên miletê me nas nakin meşrû nabînin û hilbijartinên ji bo van parlamentoyan wekî rojeva xwe napejirînin.