Rojane
Komkujîya Demdirêj Enfal Di Bîra Me Da Ye

Ji Bo Raya Giştî Ya Kurdistanê
Di Salvegera 38an a Enfala Behdînanê Da: Me Ji Bîr Nekiriye, Em Ê Ji Bîr Nekin!
Di salvegera 38an a Enfala Behdînanê da em cangorîyên Komkujîya Enfalê a di bîra miletê Kurd da wek birîneke kûr zindî ye û nayê jêbirin, bi rêz û rehmet bi bîr tînin.
Operasyonên Enfalê yên di navbera salên 1986-1989an da ji alîyê rejîma Baasê ya bi rêberîya Sedam Huseyîn li dijî Kurdistanê pêk hat, yek ji mînakên herî giran e ji sîyaseta qirkirinê ya sîstematîk ku hebûn, nasname û erdnîgarîya gelê Kurd dikir armanc. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi dehan hezar kes hatin wendakirin, gund hatin valakirin û bi hezaran cihên niştecîhbûnê hatin wêrankirin û bi vê yekê hewl dan ku beşên fireh ên xaka Kurdistanê bêmirov bêne hiştin.
Qirkirina Sîstematîk û Wêrankirina Erdnîgarîyê
Di proseya Enfalê da bêyî ferq û cudahî bikeve navbera jin, zarok, kal û ciwanan siwîlên kurd bûn hedef, bi hezaran mirov bi awayekî komî hatin qetilkirin an jî bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Rewşa bi dehan hezar kesan îro jî tam nayê zanîn.
Wêrankirina bi hezaran gundên kurdan, wêrankirina zevîyên çandinîyê û çavkanîyên jîyanê parçeyek ji siyaseteke berfireh bû ku armanca wê ne tenê îmhakirina mirovan, di heman demê de ji holê rakirina qadên jîyanê yên dîrokî yên miletê kurd bû jî.
Rejîma Baasê ji bo ku van sûcên xwe yên giran rewa bike, têgehên dînî û nirxên pîroz ên cîhana îslamê jî îstismar kirine. Navkirina van operasyonên îmhakirinê bi navê Sûreya Enfalê ya di Quranê da, nîşaneke êşdar e ya hewldana rejîmê ku dixwest zilm û zordarîya xwe di bin bergê dînî da rewa bike.
Ji Behdînanê Heta Helebceyê: Hafizeya Me Zindî Ye
Enfala Behdînanê ji Amêdîyê heta Akrê, ji Şêxanê heta Barzan û herêmên din ên Kurdistanê parçeyek ji tragedîyeke mezin a mirovahîyê ye.
Ji siwîlên li Helebceyê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin heta mirovên ku di operasyonên Enfalê da hatin windakirin, ji gundên şewitî û wêrankirî heta gorên komî yên li çolistanan hatine dîtin, her şopbêjek şahidê zilma sîstematîk a rejîma Baasê ye ku dijî miletê kurd pêk anîye.
Îro bibîranîna qurbanîyên Enfalê ne tenê bi bîranîna êşa borî ye. Ev bibîranîn parastina rastîyê, daxwaza dadwerîyê ye. Û bibîranîna cangorîyên Enfalê zindîhiştina hafizeya dîrokî ye ji bo sûcên dişibin vê yên li dijî mirovahîyê careke din rû nedin.
Ji bo Komkujîya Enfalê bi hemû alîyên xwe va bê nasîn, rewşa qurbanî û windahîyan bê eşkerekirin, gorên komî bêne lêkolînkirin û ev sûcên giran di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bersiva heq bibînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Me Ji Bîr Nekiriye, Em Ê Ji Bîr Nekin!
Wek Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, di salvegera 38an a Enfala Behdînanê da em hemû canên xwe yên di Komkujîya Enfalê da jîyana xwe ji dest dane bi rehmet û rêz bi bîr tînin.
Em vê sûcê giran ê mirovahîyê yê li dijî miletê Kurd û zihnîyeta li pişt vî sûcî lehnet dikin û careke din radigihînin ku têkoşîna me ya ji bo dadwerî, rastî û hafizeya dîrokî wê berdewam bike.
Me şehîdên xwe ji bîr nekirine!
Me windahîyên xwe ji bîr nekirine!
Me Enfal ji bîr nekiye!
Em ê ji bîr nekin!
Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê