Raman
Qelişkên Bêdeng û Jêderên Kûr ên Neteweperwerîya Kurd
Nîqaşên ku li ser neteweperwerîya Kurd tên avakirin, ji demeke dirêj va zimanekî ji nû va diafirînin ku li ser rûyê mijarê digere û newêre dakeve kûrahîyê.
Lê belê ew tiştê ku em jê ra dibêjin neteweperwerî ...
Pêvajoyeke avakirinê ya pirqatî ye ku di cîhana hest û bêrîkirinê ya miletekî da hevîr digre, di bîra wî ya çandî da teşe digre, li asoya wî ya sîyasî kristalîze dibe.
Bêyî ku ev qat werin fêmkirin û bi hev va werin girêdan, ne mimkûn e mirov seyra neteweperwerîya Kurd bigre, ne jî mirov dikare wateyê bide îroya wê. Li ba Kurdan neteweperwerî pirî caran wek berhevbûneke dilzanînî, wek berevanîyeke xwezayî ya bi însiyaq, wek bîreke perçebûyî hebûye; lê belê ew qadên ku ew tê da bi berhevbûna rewşenbîrî ya cîhana modern ra hatiye ba hev sînordar mane.
Li ser asta hest û bêrîkirinê, neteweperwerîya Kurd enerjîyeke navxweyî ya xurt hildigre ku wê di nav trawmayên bi sedsalan berbelavbûyî, di nav koçberî, şîn û berxwedanan da kom kiriye. Ev hest, yek ji hevberên herî kûr ên yekîtîya çarenûsê ye ku di teorîyên netewe yên modern da tê pênasekirin. Lê belê ku ev hesta tûj pirî caran neveguherîye aqilekî sîyasî, bûye sedem ku ew xwe wek çirûskekê dubare bike, wek çirûskeke ku êgir gur dike lê rê ronî nake. Bîra kevnar a medreseyan û dîskûra modern a kevneşopîyên çepgir ev hest zindî hiştiye; lê belê di veguhastina wê bo xetteke stratejîk da kêm man.
Alîyê çandî yê neteweperwerîya Kurd manzereyeke tevlihevtir û trajîktir pêşkêş dike. Li ser zemînekî ku tê da kanon pêk nehatiye, mîrateya edebî û hizrî hatiye birrîn û bêhna zimên bi zextan hatiye teng kirin, neteweperwerîya çandî wek çemekî xurt diherike; lê belê wek çarenûsa çemekî bê cew, pirî caran ji peravan derdikeve, winda dibe, ji nû va radibe lê nikare bibe sazî.
Li hemberî cîhaneke çandî ya ku kesê ku Shakespeare nexwendiye wek Îngilîz nahesibîne, girseyeke mezin a “neteweperwer” radiweste ku navê Mem û Zîn bihîstiye lê ew nexwendiye. Ev ne tenê kêmasîyeke xwendinê ye, her wisa yek ji nîşanên herî berbiçav e ku hişmendîya çandî nekarîye kûr bibe. Veguhastina metnên kanonîk bo sembolan bêyî ku werin fêmkirin û şirovekirin; çandê ji sîstemeke bîrê derdixe, wê dadixe asta bîranîneke rîtuelî.
Li alîyê sîyasî jî neteweperwerîya Kurd xetteke hem berfirehbûyî hem perçebûyî dişopîne. Perspektîfa serxwebûnê ya ku di navbera salên 1970–80 da li Bakur şîn bû, veguherî tevgerîneke stratejîk a ku ber bi parçeyên din va vedibû; ev meyl ji alîyê dewletê va wek gefekê hate kodkirin û di nav sedemên destwerdana 12'ê Îlonê da cîhekî watedar girt.
Di vê demê da neteweperwerî li asoya aqilê sîyasî wek armancekê xuya bû; lê belê pêşbazîyên rêxistinî, têkoşînên desthilatîyê, destwerdanên derve û kêmasîyên hesabpirsîna navxweyî rê li ber zelalbûna vê armancê girtin.
Neteweperwerîya sîyasî ya Kurd di her qonaxê da ku tê da pêngava mezinbûnê avêtiye, ji cîhekî din va şikestî bûye; dema xwe berfireh dikir, di heman demê da teng bûye.
Yek ji wan hêmanên ku vê tabloya belawela kûrtir dike, ew têkilîya bêkûrahî ye ku cîhana rewşenbîrî ya Kurd bi teorîyên neteweperwerîyê ra danîye.
Bêyî ku mirov nîqaşên netewe yên di navbera Hegel û Marks da, “plebîsîta rojane” ya Renan, teorîya modernbûnê ya Gellner, etno-sembolîzma Smith, civatên xeyalî yên Anderson; û ew aso ku Sartre, Fanon û Ben Bella li ser gelên kolonî vekirine, vehundirîne; gilîkirina li ser neteweperwerîyê gazineke bêzemîn e.
Ev mîrateya hizrî ya mezin di cîhana rewşenbîrî ya Kurd da pirî caran tenê di asta navan da geriyaye; hundirê têgehan nehatiye vekirin, rêbazên wan nehatine daweriwandin, encamên wan nehatine nav nîqaşê. Heta keda dêwasa ya Beşikçi jî têrê nekiriye ku bi tena serê xwe vê valahîya teorîk bigre.
Heta dîskûrên serokan jî wek neynikeke vê kêmasîya rewşenbîrî derdikevin pêşîya me. Gotina “Di min da evîna Kurdan tune ye” ya ku Abdullah Öcalan di sala 1993'yan da got, tevî hemû wateyên îdeolojîk û sîyasî yên ku dihewîne, di qada rewşenbîrî ya Kurd da nîqaşeke berbiçav neafirand. Tu kesî, Beşikçi jî tê da, encamên teorîk û pratîk ên vê gotinê bi kûrahî nepirsîn. Lê belê di tevgerên neteweyî da dîskûra serokî ne tenê gotinek e, rêberîyeke stratejîk e. Bêyî rexne hiştina wê nîşaneyek e ku qada hizrî serbixweyîya xwe winda kiriye.
Yek ji birînên navxweyî yên neteweperwerîya Kurd jî kuştina Dr. Şivan e. Ji holê rakirina pêşengekî ku neteweperwerî wek pişta xwe ya bingehîn dihesiband, ji alîyê kesên ku xwe wek “neteweperwer” pênase dikirin va; bi serê xwe bûyerek e ku têra ronîkirina deverên tarî yên hundirê aqilê sîyasî yê Kurd jî dike. Bêyî ku mirov bi şikestinên dîrokî yên bi vî rengî ra rû bi rû were, ne mimkûn e mirov qelsîyên îroyîn ên neteweperwerîyê fêm bike.
Gava ev hemû rastî tên ba hev ...
Tê dîtin ku qelsîya neteweperwerîya Kurd ne “bi tevahî zexta derve” ye, ne jî “çewtîya navxweyî ya bi giştî” ye. Neteweperwerî qadek e ku tê da ax, bazar, ziman, çand, dîrok, perwerde, erdnîgarî, xwebirêxistinkirin û xeyala sîyasî wek tevahîyekê dixebitin.
Ku li ba Kurdan heta serhildan, berxwedan û berevanî jî li ser zemînekî têgehî yê hevpar nehatine pênasekirin; nîşan dide ku hişmendîya neteweyî hîn jî di nav pêkhateyeke perçebûyî da diçe û tê. Digel ku Kurd ji alîyê hest û çandê va meyleke neteweperwer a xurt hildigrin, sîyaset di veguhastina vê enerjîyê bo xetteke stratejîk da hîn jî dilikume.
Tam li vir e ku gotina “Şeytan di hûrgilîyan da veşartî ye” wateya xwe ya rastîn dibîne: ya ku neteweperwerîya Kurd paşva dikişîne ne şikestinên mezin in, ew kêmasîyên biçûk lê berhevbûyî ne ku nedîtbar dimînin.
Ji bo mirov rexneyê li neteweperwerîyê bigre divê pêşî wê fêm bike; hem redkirina bêyî fêmkirinê, hem jî nedîtina çewtîyên wê helwestên hêsanîxwaz in.
Neteweperwerîya Kurd hem mertala têkoşîna hebûnê ya miletê Kurd a di cîhana modern da ye, hem jî şûrê wê yê kêm mayî ye. Divê nîqaş ne bi sûcdarkirinan, lê bi lêpirsînan bimeşe. Tenê hingê neteweperwerîya Kurd dikare qelişkên xwe yên bêdeng tamîr bike, jêderên xwe yên kûr xuyanî bike.
Çavkanî: Kürt Milliyetçiliğinin Sessiz Çatlakları ve Derin Kaynakları Üzerine - Hüsamettin Turan (https://www.rupelanu.org/kurt-milliyetciliginin-sessiz-catlaklari-ve-derin-kaynaklari-uzerine-1931yy.htm)